Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bandora Jinên Kurd li Xwepêşandanên Siweyda


Xwepêşandana Înê 1ê Îlonê li Siweyda
Xwepêşandana Înê 1ê Îlonê li Siweyda

Li parêzgeha Siwedayê ya başûrê Sûrîyê ji 22'ê Tebaxê ve xwepêşandanên nerazîbûnê dijî biryara hikûmeta Sûrîya ya bilindkirina buhayê şewitê didomin.

Tevî ku ev xwepêşandan wekî protestokirina rewşa aborî li welêt destpê kir, ew niha êdî banga guhertinên sîyasî jî dikin, di nav de jî hilanîna rejîma Serokê Sûrî Beşar Esed.

Li herêmên Kurdên Sûrîyê jî piştgirî jibo van xwepêşandanan ser asta gelêrî û fermî hatiye ragihandin.

Mecilsa Sûrîya Demokratîk (MSD) ku nûnertîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dike, bi daxuyanîyekê piştgirî jibo daxwazên xelkên Siwedayê nîşan da ku piranîya rûniştvanên wê Durzî ne.

Di nav xwepêşandanan de gelek pankart û sloganên bi zimanê Kurdî têne hildan ku tê de nivîsên wekî "berxwedan jîyan e" ku hevokeke Kurdî ya navdar e bi Kurdî û Erebî hat nivîsandin. Ji bilî wê, sloganên wekî "silav ji Siweyda bo Efrîna Dagirkirî, her libek zeytûnê wê Efrînîyekî zindî bike" cîh digirin.

Li alîyekî din, hebûna jinan di nava xwepêşandanan de berçav e. Jinên Durzî bi hejmarên mezin tev li xwepêşandan dibin. Çalakvanên jin yên xwecîhî dibêjin ku ezmûna jina Kurd li Sûrîyê bandor li tevgera jinên Durzî li Siweydayê kiriye.

Di bernameya Mijara Rojê de, Dengê Amerîka mêvandarîya du kesên çalak di nav xwepêşandanên Siweydayê dike. Yek ji wan Xeyas el Cebel e, çalakvanê sivîl ji Siweydayê. Ya din jî çalakvaneke jin e ku nexwest navê xwe eşkere bike. Ji bilî wan, Canda Mihemed, endama Meclisa Rêvebir ya MSD’ê beşdarî vê nîqaşê dibe.

Têbînîya edîtor: Dengên her du mêvanên ji Siwedayê jiber sedemên ewlekarîyê hatine guhertin.

Mijara Rojê: Bandora Jinên Kurd li Xwepêşandanên Siweyda
please wait

No media source currently available

0:00 0:50:00 0:00

XS
SM
MD
LG