Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be


Îro Roja Cejina Zimanê Kurdî ye. Her sal ev roj li seranser cîhanê wek Roja Zimanê Kurdî tê pîroz kirin.

Taybetîya vê rojê ev e ku Kovara Hawarê di 15'ê Gulana sala 1932'an de, bi alfabeya Latinî ya Kurdî hate weşandin.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) di sala 2006'an de, ev roj wek Roja Cejina Zimanê Kurdî pejirand û bi vê mebestê, 15-22 Gulanê wek Hefteya Cejina Zimanê Kurdî tê pîroz kirin.

Di çarçova vê cejinê de li gelek bajarên Kurdan bi bername û çalakîyên cihêrengî tên lidarxistin û bal li ser girîngîya zimanê dayikê tên kişandin.

XS
SM
MD
LG