Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Referanduma Kurdên Îraqê û Dijberiya Amerîka Jê re


Hawar Nêrweyî û Nîçîrvan Mam Nûrî
Hawar Nêrweyî û Nîçîrvan Mam Nûrî

Di demekê de ku şerê Daiş mijara sereke ya serdana Jim Mattis, wezîrê berevaniya Amerîka ye îro bo Îraqê û Herêma Kurdistana Îraqê, çavlirê ye ku Referanduma pilankirî ya herêmê, mijara gotûbêjê be bi taybetî di kombûna Mattis û serokê herêmê Mesûd Barzanî.

Brett McGurk, şanderê Amerîka bo koalisyona Navnetewî ya dijî Daişê, ku ligel Mattis e di sedanê de dupat kir li ser helwesta Amerîka ya dijî referandumê û ev dem wek ne dema guncaw bo referandumê nîşan da.

Wî got:

“Referandum vê demê dê karesat be li beramber helmeta dijî Daişê.”

Di demekê de ku berpirsên Kurdên Îraqê rijd in li dor referandumê, serdana Mattis dikare çi guhertinê bike?

Gelo ew dê fişarê bide ser herêmê ku piroseya referandumê nekin, an bi kêmanî bişûn bixin?

Eger hat û herêmê referandum di dema destnîşankirî de pêk anî û Amerîka li dijbû, dê encamên wê çawa bêne wergerandin ber bi ragihandina serbixweyî ya Kurdistana Îraqê.

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mîvanan ronî dide ser vê mijarê:

Hawar Nêrweyî, mamosteyê zanîngehê ku li Duhokê dimîne û Nîçîrvan Mam Nûrî, şarezayê siyasî ku li Silêmanî dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

Hest û Helwest 22_08_2017
please wait

No media source currently available

0:00 0:24:32 0:00

XS
SM
MD
LG