Lînkên eksesibilîtî

Li Tirkiyê Ciwanên Kurd ji bo Serxwebûna Kurdistanê Dê Bimeşin


Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê ji bo piştigirya rapirsîna serxwebûna Kurdistanê di 11ê dest bi meşe dikin.

Ev kampeyn bi pêşengiya Komela Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê tê lidarxistin.

Berdevkê Komelê Bahtiyar Onen, derbarê vê kamepynê de agahiyan da Dengê Amerîka.

Onen got ev referandum hesreta hezar salan e.

Herwisa daxuyakirin jiber ku li Tirkiyê rewşa awarte heye nikarin li Tirkiyê bimeşin. Lewma ewê meşa xwe ji deriye İbrahim Xelil ya gumruka Xabûrê bidin destpêkirin heta Hewlêrê.

Komela ku di sala 2014an de li Amedê hatiye damezrandin, bi gelek çalakiyên xwe yên piştevaniya başurê Kurdistanê navê xwe dan bihîstin.

Hûn dikarin agahiyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin

XS
SM
MD
LG