Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herêma Kurdistanê Ser Biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Îraqê Banga Dîyalogê Dike


Rêvebirîya Herêma Kurdistana Îraqê ser biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Îraqê, ku piştî referanduma serxwebûnê veqetîn qedexe kiribû, dîyar kir ku divê bi hikûemta Bexda re zemîna dîyalogê çêbe.

Rêvebirîya Herêma Kurdistan îro Sêşemê da zanîn ku ‘’rêzê ji biryara Qanûna Bingehîn ya di 6’ê Mijdarê de digirin’’. Pisporên siyasetê dibêjin ku Herêma Kurdistanê bi vê daxuyanîyê dixwaze girjîya bi Bexda re kêm bike.

Di referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê de, pirtirê 90 ji sedê dengan bo serxwebûnê hatibûn dayîn.

Hikûmeta navendî ya Îraqê û welatên cîran referandum red kiribû. Piştî referandumê hêzên hikûmeta Îraqê, Kerkûk û herêmên din yên nakok xistibûn bin kontrola xwe.

Revebirîya Bexda dîyar dike bo danûstandinan destpê bikin divê berê Herêma Kurdistanê referandumê betal bike.

XS
SM
MD
LG