Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê Operasyonên Tirkîyê Şermezar Dike


Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê ser operasyonên Tirkîyê yên li ser axa wê daxuyanîyek belav kir.

Berdevikê Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê Cotyar Adil operasyonên Tirkîyê şermezar kir û da zanîn ku ew bûyerên dawî ‘’bi êşeke mezin û fikaran’’ dişopînin.

‘’Em ji Tirkîyê dixwazin ku bo axa me, welatê me rêzdar bin û em ji PKK’ê jî dixwazin ku ji herêmên operasyon lê çêdibin derkeve.’’ Cotyar Adil got.

Cotyar Adil dîyar kir ku ew naxwazin li axa wan girjî çêbe.

AFP’ê ji zarê karbidestên Herêma Kurdistana Îraqê dîyar kiribû ku di êrîşên esmanî yên Tirkîyê de 5 sîvîl hatine kuştin, lê Tirkîyê dabû zanîn ku wan sê çekdarên PKK’ê kuştine.

XS
SM
MD
LG