Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Axaftina de Mistura li Dor Kurdên Sûriyê


Gêlo Îsa û Serbaz Ferman
Gêlo Îsa û Serbaz Ferman

Şandê Neteweyên Yekgirtî bo Sûriyê Staffan de Mistura dibêje divê Kurdên Sûriyê beşdar bin di darêjtina destûra Sûriyê de.

Wî li gel ajansa nûçeyan a Rûsî RIA îro sêşemê got pêwîste Kurdên Sûrî neyên paşguhxitin.

Hin dîplomatên Rojava dibêjin Neteweyên Yekgirtî di çend hefteyên borî de li Lozanê axaftinên teknîkî bi gelek gurûpên Sûrî re kirin li dor destûra Sûriyê.

Cihê Kurdên Sûriyê di terazûya Sûrî de çiye?

Wan li ser asta siyasî ta çi radeyê xwe dane pêş?

Destûrê nû yê Sûriyê divê çawa Kurdan û taybetmendiya wan bide nasîn?

Aliyên Sûrî çawa dikarin li ser destûra Sûriyeke nû bigihin hev?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser van pirsan:

Serbaz ferman, endamê rêvebiriya destpêşxeriya serxwebûna Kurdistanê ku Almanya dimîne û Gêlo Îsa, endamê komîta navendî ya Partiya Demukrata Kurdî Sûrî ku li Sûriyê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

Hest û Helwest 11_07_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:27:10 0:00


XS
SM
MD
LG