Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandanên Kurdan li Beyrût û Qamîşlo ji bo Efrînê


Bi Sedan Kurd li Beyrûta Paytexta Libnanê îro Yekşemê xwepêşandanek li darxist dijî operasyona leşkerî ya Tirkiyê li Efrînê.

Xwepêşanderan bi rêveçûnekê ber bi avahiya Neteweyên Yekgirtî ya li navenda bajêr çûn, û alên Kurdî û wêneyên serkidreyê PKKê yê li Tirkiyê zîndankirî Ebdella Ocelan hildan.

Ji bo heman armancê li bajarê Qamîşlo yê bakurê rojhilata Sûriyê jî xwepêşandek hate sazkirin.

Tê zanîn artêşa Tirkiyê û hevalbendên wan yên opozisyona Sûrî îro 2 kîlometran nêzîkî bajarê Efrînê bûne di çarçoweya operasyona leşkerî ya Tirkiyê de ku roja 20ê meha Çelle destpêkir û hîn jî berdewame.

XS
SM
MD
LG