Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Sala Borî de Mijarên Girîng yên Rojeva Kurdên Tirkîyê Çi Bûn?


Rûniştvanên Efrînê jiber êrîşan cîh û warên xwe dihêlin (Arşîv)

- Di sala 2018'an de operasyona li ser Efrînê bandora xwe li ser sîyaseta Kurdên Tirkîyê jî xist: Ji destpêka operasyonê Efrînê heta dawîya meha Şubatê, nêzî 800 kes jiber parvekirinên xwe yên medya civakî hatin binçav kirin.

- Tevî ku Rewşa Awarte hat rakirin, bi awayekî nefermî li bajarên Kurdan Rewşa Awarte berdewam kir û çalakî yan xwepêşandan bi zêdekirina erka walîyan, li bajarên Kurdan hatin qedexe kirin.

- Di 11’ê Çileyê de parlamanterîya Leyla Zana jî ji destê wê hat standin. Jiber ku wê bênavber beşdarî 212 rûniştinan nebûye, bi 302 dengan parlamanterîya wê hat rakirin. Tevî wê, parlamanterîya 8 parlamanterên HDP’ê ji hat rakirin.

- Federasyona Futbolê ya Tirkîyê, jiber peyamên wî yên di dema bûyerên Cizîrê de, lîstikvanê navdar Denîz Nakî ji futbolê qedexe kir û parvekirinên wî wek propagandaya îdyolojîk bi nav kir.

Zextên li ser Amedsporê dewam kir: Piştî ku navê tîmê bû Amedspor, di nav du sal û nîv de 60 maç lîstin, lê ceza dan 41 maçan ku alîgirên Amedsporê neçin maçên tîma xwe.

- Di 4’ê meha Şubatê de bi hevkarîya 25 rêxistinên sîvîl Paltforma Jinên Dicle û Amedê hat ava kirin.

- HDP’ê di kongra xwe de Pervîn Buldan û Sezaî Temellî wek hevserokên nî hilbjartin.

- Jibo operasyona li ser Efrînê ji Amedê jî nêzî 100 cerdewan anku nobedarên gund şandin şer.

- Di 18’ê Adarê de partî û rêxsitinên Kurd li dijî operasyona Efrînê li Amedê konferansek li dar xist. Di axaftinê konferansê de hat gotin ku Tirkîye jibo ku Kurd nebin xwedî statu êrîşan dibe ser destketinên Kurdan.

- Operasyona Efînê bandora xwe li Newroza Amedê jî xist û peyama kantona Efrînê ji alîyê hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ve hat xwendin.

- Çalakvanê Tirk Tuna Bekleviç jibo balê bikşîne ser aştîya civakî, ji Enqerê heta Amedê 27 roj Meşa Dadmendî li dar xist.

- Di 24'e Heziranê de hilbjartina giştî û ya serokomarî hat darxistin. AKP’ê û MHP’ê bi tifaqa Cumhur, CHP’ê, Saadet û Îyî Partî bi tifaqa Mîllet bûn yek û bi HDP’ê re tifaq nehat kirin.

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bû namzedê HDP’ê yê serokomarî û kempeyna hilbjartinê ji girtîgehê, bi rêya avuqatan bi peyamên ser medya civakî bi rêve bir. Ji girtigehê bi rêya TRT 10 deqe axaftina namzedîyê kir.

- Di encama hilbjartina 24’ê Heziranê de Tifaqa Millî bi ser ket. Erdogan ji sedî 52 dengan bi dest xist û cara duyê weke serokomar hat hibjartin. Demîrtaş jî ji sedî 8, 4'an de ma. HDP’ê ji 11,7 puan stand û li parlamanê 67 kursî bi dest xistin.

- Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupa serdana doza Malbatên Roboskê red kir. Dadgehê hinartina belgeyên kêm yên dema Dadgeha Bilind ya Tirkîyê weke sedem nîşan da.

- Di sala 2015'an de PKK’ê dest da ser 12 leşker û polêsan. Ew çar salin di destê PKK’ê de ne, malbatê wan di meha Hezîranê de Li İHD'a Amedê daxuyanîyek dan û ji PKK’ê xwestin zarokê wan azad bikin.

- Di Cejna Remezanê de li navça Sirucê di nav du mablatan ji ber egera kempeyna hilbijartinê de pevçûnek çêbû, 4 kes mirin. Malbata parlamanterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz û zarokên Esved Şenyaşarê ku berê rêvebirê HDP’ê bû, pevçûn. Di encama şer de Esved Şenyaşar, du kurê wî û birayek parlamanterê AKP’ê hatin kuştin.

- Piştî du salan, di 19'

ê meha Tîrmehê de Rewşa Awarte li Tirkîyê bi dawî hat.

Di dema Rewşa Awarte de 2 hezar û 161 kes bi sûcê ku di nav hewla derbeyê de ne, hatin girtin. Li 2 hezar û 382 kesan cezayên cûrbicûr hatine birîn. Di nav du salan de bi heceta ku peywendîya wan bi rêxistina FETO, PKK re hene, ji 150 hezarî zêdetir karmend ji kar hatin derxistin.

Di nav du salan de, ligel hevserokên HDP'ê, 9 parlamanter girtî ne. Li ser 102 şaredarên HDP’ê de kayum tayine ser 94 şaredarîyan kirin.

- 36 caran biryarnameyên di hikmê qanûnê (KHK) hatin derxistin. Bi dehan televîzyon, rojname, radyo, bi sedan komele, weqif, dibistan, zanîngeh hatin girtin. Li gor dezgehên ragihandinê neha li Tirkîyê 150 rojnamevan girtî ne. Îdiayên êşkence, rewşa xirab ya girtîgehan gelek caran di raporên mafê mirovan de hatin destnîşan kirin.

- Bi dawîkirina Rewşa Awarte li Amedê daxuyanî û çalakîyên li derve li Amedê serbest bû.

Xizmên kesên hinda 100 hefte çalakîyên xwe li nav avahîya Komela Mafê Mirovan li dar dixistin, lê di çalakîya hefteya 500î ji alîyê Walîtîya Amedê hat qedexe kirin.

- Bûyereke ku bandora wê hê jî didome 'krîza ekonomik ya Tirkîyê" bû

Piştî biryara dewamîya girtina qeşe Andrew Buronsonê Amerîkî, peywendîyên Tirkîye û Amerîka xirab bû. Amerîka hebûna du wezirên Tirkîyê li Amerîka cemidand. Tirkîye jî bi heman şêweyê bersîv da. Ev rewş kir ku qîmeta lîraya Tirk li hember dolar pir kêm bibe.

Qeşe Brunson di meha 10'an de hat berdan, kela dolar piçek kêm bû. Peywendîya her du dewletan baştir bû.

-Di meha îlonê de jiber axaftinên di Newroza 2013'an de cezayê hepsê li Selahattîn Demîrtaş û Sirri Sureya Onder hat birîn.

Li gor biryara dadgehê Demîrtaş bi giştî 4 sal 8 meh, Onder jî 3 sal 6 meh dê tên vezakirin. Evuqatan jibo redkirina dozê serî li dadgeha îstinafê xistin.

-Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupayê di meha mijdarê de ji Tirkîyê xwest Demîrtaş were berdan. Dadgehê li dijî Tirkîye biryar da û destnîşan kir di nav du salande mafê Demîrtaş hatiye binpê kirin û divê demûdest were serbest kirin.

Lê, Serokê Tirkîyê Erdogan got ku ewê ji li hember hemleya dadgehê hemleya xwe bikin. Di 4'ê meha 12'i de Dadgeha İstinafê biryara cezakirina Demîrtaş û Onder erê kir. Bi vê biryarê, biryara Dadgeha Mafê Mirovan ya jibo Demîrtaş jî bê bandor ma, Onder jî hat girtin.

- Di Cotmehê de 9 partîyên Kurd hatin ba hev û jibo parastin û pêşxistina Kurdî 'Paltforma Zimanê Kurdî' avakirin.

- Parlamanterê HDP’ê yê Ruhayê Îbrahîm Ayhan, di 21’ê meha İlonê, li Hewlerê, ji krîza dil jîyana xwe hinda kir.

- Di 12’ê meha 10’ê de li li 9 bajaran 151 Kurd di operasyona KCK'ê de hatin desterserkirin.

- Di 6'ê meha 11'an de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven dest bi çalakîya birçîmayinê kir.

Guven, jibo bidawîkirina tecrîda li ser rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, dest bi çalakîya birçîmayînê ya bê dem û bê dor kir. Çalakîya wê di roja 55'an de ye. Jibo piştigirîya wê bi dehan girtîyên sîyasî yên Kurd li 23 girtigehan dest heman çalakîyê kirin.

Leyla Guven, jî jiber peyama xwe ya li dijî operasyona Efrînê salekî ye girtî ye. Ew di 24'ê Heziranê de bû parlamantera HDP’ê ya Şirnexê.

- Doza Lîcê ya ku çar salan dewam kir, bi biryara beraatê encam da.

14 rûniştinên dozê pêk hatin, 100 şahidên bûyera Lîcê bûn mudaxîl. Di doza dawî de dozger di parastina xwe de destnîşan kir, delilek berbiçav ya zelal nîne ku gûmanbar Eşref Hatipoglu sucan pêkanîbe.

Çi bibû?

Di 22’ê Cotmeha 1993'an de fermandarê cendermeyê Bahtîyar Aydin di encama êrîşek çekdarî de li li navça Licê hat kuştin. Lê hat îdiakirin endamek PKK’ê Aydin kuştiye. Piştî kuştina wî operasyonek leşkerî destpê kir û 11 saet dewam kir. Di encama operasyonê de 13 sîvîl û 2 leşker hatin kuştin. 400 xanî û 242 dikan hatin şewitandin.

- Serokomarê Tirkîyê Recep Tayîp di meha 12 de got ku ew dest bi operasyona Rojhilata Firatê dikin.

- Serokê Amerîka Donald Trump bi peyamek ragihand ew ji Sûrî vedikişin û paqijîya Sûrî ji DAIŞ’ê jî hewalê Tirkîyê dikin.

- Di sala 2018’ê li derdora 110 hezar hesabên medyaya civakî bi hiceta ku alîgirên rêxistina terorê ne, hatin şopandin 45 hezar hesab hatine tespît kirin û 7 hezar ji van jî hatine desteser kirin.

- Bûyerek girîng ya salê jî kuştina Rojnamegerê Saudî Celam Xaşiqçî li Konsolxaneya Saudî ya Stenbolê bû. Tirkîye dibêje li konsoxaneya Saudî Xaşiqçî bi awayekî hovane hatiye kuştin û perçe kirin.

- Sala 2018'an jibo azadîya Rojnamegeran jî salek xirab bû. Li gor rapora Sendîkaya Rojnamegerên Tirkîyê, 142 rojnamevan li girtîgehê ne.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:07:53 0:00


XS
SM
MD
LG