Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bernama Kurdvîzyon bi Hevkarîya VOA û Ozgur Gun TV Îro Destpê Kir


Mutlu Çiviroglu û Ruken Işik
Mutlu Çiviroglu û Ruken Işik

Îro Çarşemê, 20’ê Rêbendanê, Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka jibo kanala Ozgur Gun TV ya Kurdî ku bingeha wê li Dîyarbekirê ye, dest bi programeke nû ya bi navê Kurdvîzyon kir.

Kurdvîzyon wê 30 deqe be û li ser şerê rewşa Tirkîye, Sûrîyê û Îraqê û herwiha derbarê şerê dijî DAIŞê nûçeyên herî dawî pêşkêş bike û bûyerên girîng yên li Rojhilata Navîn û Amerîka bîne pêş temaşevanan.

Pêşkeşvanên bernamê, rojnamevanên derîn Mutlu Çiviroglu û Ruken Işik in û program bi zaravayê Kurmancî tê amade kirin.

Berpirsa Pişka Kurdî Fexrîya Doskî dibêje, Kurdvîzyon wê bibe alîkar ku mîsyona VOA pêşve bibe.

“Bi saya Ozgur Gun TV emê bikaribin xwe bigehînin gelek temaşevanên nû li Tirkîyê, ku gor texmînan pirtir jî 20 mîlyon Kurd lê dijîn.”

Hêjayî gotinê ye, Kurdvîzyon wê rojên Çarşemê, di 17:00’a (15:00 UTC) dema Amedê de were weşandin.

Kurdvîzyon Bernama Nû ya Dengê Amerîka
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:59 0:00

XS
SM
MD
LG