Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

General Kurilla bo Alîkarîya Mirovahî ji Gaza re bi Sîsî re Civîya


Sîsî, wezîrê wî yê berevanîyê General Mihemed Zekî û Generalê Amerîkî Michael Kurilla
Sîsî, wezîrê wî yê berevanîyê General Mihemed Zekî û Generalê Amerîkî Michael Kurilla

Serokê Misirê Ebdulfetah el-Sîsî û qumandarê Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) General Michael "Erik" Kurilla îro Pencşemê li Qahîre ser şerê Îsraîl û Hamasê û çawanîya gihandina alîkarîyê bo Gazayê civîyan.

Li gor daxuyanîya ofîsê, Sîsî û Kurilla hewilên xurtkirina hevkarîya navbera Misir û Amerîka û herwiha vegerandina aramîya li herêmê gotûbêj kirine.

"Di civînê de bi taybetî rewşa li Gazayê hatiye nîqaş kirin. Serok bal kişand ser hewilên Misirê yên bo kêmkirina girjîyê, pêşîgirtina krîza heyî û giringîya hewilên hevpar yên civaka navnetewî," daxuyanîya ofîsê got.

Washington, piştî êrîşa 7’ê Cotmehê ya Hamasê bo piştgirîya bide Îsraîlê demûdest keştîyên xwe yên şerker şandibûn rojhilata Derya Sipî.

Îsraîlê jî wek bersîva Hamasê dest bi êrîşên esmanî yên ser Gaza kiribû.

Misir demeke dirêj e di navbera Îsraîl û Hamasê de wek navbeynkareke serekî dixebite.

Misir û Îsraîl di civîna do Çarşemê ya bi navbeynkarîya Washingtonê ya li Qahîrê de hevbîr bûn ku derîyê Refah jibo gihandina alîkarîyê ji Filîstînîyan re vebe.

Ofîsa Sîsî da zanîn ku jiber xirabûna rewşa mirovahî, ew girîngîyeke mezin didin gihandina alîkarîyê bi awayekî domdar".

Îro Pencşemê zêdetirî 100 kamyon nêzî derîyê Refah ya li alîyê Misirê benda vekirina sînor in, lê li gor jêderên ewlekarî yên Misirî ne pêkan e ku alîkarî berîya sibe Înê derbazî Gaza bibe.

XS
SM
MD
LG