Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurt Volker Îro Derket Pêş Komîteya Kongresê


Volker li Kongresê
Volker li Kongresê

Kurt Volker, nûnerê taybet yê Serokê Amerîka Donald Trump yê jibo Ukrayna, wek beşeke amadekarîya lêpirsîna Trump, îro Pêncşemê derket pêş karmendên komîteya Kongresê.

Volker pirsên endamên komîteyê bersîv kirin û agahîyên xwe yên derbarê axaftina telefonê ya navbera Trump û Serokê Rûsya Vladimir Putin, ku di 25’ê Tîrmehê de pêk hatibû, parve kirin.

Civîna Volker ya bi komîteyê rojeke piştî daxuyanîyên tund yên Trump tê ku wî amadekarîya lêpirsîna Demokratan ya dijî wî wek hewileke pûç û vala bi nav kiribû.

Volker Înîya borî dest ji karê xwe berdabû, piştî ku gilîya fermî ya dijî axaftina Trump ya bi Serokê Ukraynî Volodymyr Zelensky hatibû pêş.

Qanûndanêrên Demokrat roja Çarşemê gotibû ku ew hazir in ku bi fermî daxwaza wergirtina tomarên axaftina telefonê ya navbera Trump û Zelenskiy bikin.

Di wê axaftinê de Trump ji Zelenskiy xwestibû ku dijî Cîgirê Serokê Amerîka yê berê Joe Biden, ku yek ji berbijarn herî xurt yê Demokrat e, lêpirsînekê veke.

Seroka Civata Nûneran ya Amerîka Nancy Pelosi bi fermî ragihandibû ku ewê dijî Trump dest bi lêpirsîneke fermî bikin.

XS
SM
MD
LG