Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Kushner û Şandeya Îsraîlê Dê Serdana Fasê Bikin


Yek ji şêwirmendên payabilind yên Qesira Sipî Jared Kushner, ku zavayê Serok Donald Trump e jî, dê bi şandeyekê re serdana Îsraîl û Fasê bike.

Armanca serdanê lihevkirina Îsraîl û Fasê ya hefteya borî ye.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê karbidestekî bilind yê Amerîka ragihand ku şandeya Îsraîlê dê bi şandeya Amerîkî re ji Tel Avîvê derbazî Rabat ya Fasê bibe.

Karbidestên Îsraîl û Fasê, hefteya borî bi navbeynkarîya Kushner ser normalkirina peywendîyan li hev kiribûn.

Li ber e ku şandeya Amerîkî roja Duşemê bi rê keve ku bi Kushner re Balyozê Amerîka yê li Rojhilata Navîn Avi Berkowitz û Berpirsê Sazîya Daray îya Geşepêdana Navneteweyî ya Amerîka Adam Boeheler jî herin.

Berî Fasê, ji Rojhilata Navîn, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Bahreyn û Sûdanê bi Îsraîlê re li hev kiribûn ku peywendîyan normal bikin.

XS
SM
MD
LG