Yek ji şêwirmendên payabilind yên Qesira Sipî Jared Kushner, ku zavayê Serok Trump e jî, bi şandeyekê serdana Rojhilata Navîn dike.
Nûnerê Taybet yê Rojhilata Navîn yê Amerîka Jason Greenblat û Nûnerê Taybet yê Îranê yê Amerîka Brian Hook jî bi Kushner re ne.
Şandeyê ji Rabat ya paytexta Fasê dest bi gera xwe kir û dê di wir re derbazî Aman û Qudsê bibin.
Kushner û Greenblat di meha Sibatê de ser piştgirîya aborî ya bo plana Rojhilata Navîn serdana welatên Kendavê kiribûn.