Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zavayê Trump Peywendîyên Nepenî yên ligel Hikûmetên Bîyanî Red Dike


Jared Kushner.
Jared Kushner.

Jared Kushner, zavayê Serokê Amerîka Donald Trump û şîretvanekî nêzî wî dibêje ku wî ti hevkarî bi hikûmetên bîyanî nekirine û ti peywendîyên wî yên ne rekûpêk çênebûne.

Kushner ew daxuyanîyeke nivîskî îro Duşemê da, berî ku ew li Kongresê bersîva pirsên qanûndanêran yên ser mijara maytekirina Rûsan ya di nav hilbijartinan de bide.

"Belge û tomarên ku ez parve dikim, nîşan didin ku nav hezaran hevdîtinên serdeama kempeynê de, belku ez çar caran bi nûnerên Rûsan re peyîvîme û ti ji wan hevdîtinan roleke girîng di encama hilbijartinê de nekiriye," Kushner got.

Wî bi berdewamî got ku wî çend kombûnên kurt bi balyozê Rûsî li Amerîka kirine ku peywendîyên dualî baştir bike, lê wî raportên medyayî red kir ku bi telefonê ligel Sergey Kislyak axifîye.

XS
SM
MD
LG