Şîretvanê Qesira Sipî, Jared Kushner îro Duşemê got ku wî ji rêvebirîya Erebistana Saudî daxwaz kiriye ku kuştina rojnamevan Cemal Qaşiqcî ron bike.
Kushner got ku wî ji prsensê Saudî Mihemed bîn Salman re gotiye ku “çavê cîhanê li ser Erebistana Saudî ye.”
Qaşiqcî ku rexnegirekî Salman bû, sê hefte berê hinda bûbû, piştî ku wî cara dawî diket nav konsulxaneya li Stenbolê hatibû dîtin.
Rêvebirîya Saudî pêşî red kiribû ku ti agahîya wê li ser rewşa Qaşiqcî heye jiber ku ew ji konsulxane derketibû, lê dû re piştî reaksîyonên tund ji hikûmetên Rojavayî mecbûr mabû ku bêje ew di encama pêvçûnê de hate kuştin.