Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gumanbarê DAIŞ'ê Polîsekî Tirk Kuşt


Reuters’ê ragihand ku gumanbarekî Dewleta Îslamî (DAIŞ), dema dihatîye desteser kirin, polîsekî Tirk kuştîye.

Gumanbarê ku tê îdia kirin ku amadekarîya êrîşeke bi bombe dikir, di operasyonekê de hat desteser kirin.

Polîsek, ji alîyê gumanbar ve hat kêr kirin û li nexweşxaneyê jîyana xwe ji dest da.

Piştî êrîşê, polîsan 12 çekdarên DAIŞ’ê yên gumanbar, ku bi eslê xwe ji Îran, Îraq û Sûrîyê ne, desteser kirin.

Roja Înê jî 22 cîhadîyên gumanbar hatibûn desteser kirin.

Karbidestên Tirk dîyar dikin ku heta niha pirtir ji 5000 hezar gumanbarên DAIŞ’ê hatine girtin û ji 95 welatan 3290 çekdarên bîyan ji Tirkîyê hatine derxistin.

XS
SM
MD
LG