Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Leşkerên Amerîkî yên Li Nîjerê Hatine Kuştin Rabû Çaran


Wezîrê Berevanî ya Amerîka (Pentagon) dîyar kir ku hejmara leşkerên Amerîkî yên di êrîşeke li Nîjerê de hatine kuştin, rabûye 4’an.

Berdevkê Pentagonê Robert Manning ser bûyera li Nîjerê daxuyanîke nivîskî weşand.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku hêzên ewlekarîyê gihaştine termeke leşkerekî din yê ku piştî êrîşî nehatîye dîtin. Bi vî awayî hejmara leşkerên di êrîşê de hatine kuştin bû 4.

Fermandarîya Amerîka ya li Afrîqa (AFRICOM) do Pêncşemê êrîşa ser hêzên hevpar yên Amerîka û Nîjerê piştrast kiribû.

Li Nîjerê bi qasî 800 leşkerên Amerîkî hene. Ew leşker alîkarîya Balyozxaneya Amerîkî dikin û ji alîyekê de jî hêzên Nîjerî yên dijî DAIŞ’ê şer dikin, perwerde dikin.

Boko Haram ya navenda wê Nîjerya ya, li rojhilata Nîjerê û El-Qayde ya Mexrîb ya navenda wê Cezayîr û çekdarên DAIŞ’ê jî li rojavayê wî welatî cengê dikin

XS
SM
MD
LG