Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Kuştîyên Erîşên li Srî Lanka Rabû 310'an


Hejmara kuştîyên êrîşên li Srî Lanka, ku dijî otel û dêran li dar ketibûn rabû 310’an.

Karbidestên Srî Lanka radigihînin ku bi qasî 500 kesên din jî birîndar in.

Piştî qedexeya derketina ya li Srî Lanka bi dawî bûbû, bo ewlekarîyê Rewşa Awarte hat hatibû ragihandin.

Leşker û polîsên Srî Lanka, bi qanûnên Rewşa Awarte, bo êrîşên nû werin asteng kirin, bi awayekî taybet hatin erkdar kirin.

Bi vî awayî, berguman bê ku biryara dadgehê hebe dikarin werin girtin.

Piranîya kuştiyên êrîşên Srî Lanka dê îro Duşemê werin defin kirin.

XS
SM
MD
LG