Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: Koalîsyonê 352 Sîvîl li Îraq û Sûrîyê Kuştin


Xwecihên Mûsilê sîvîlên ku di êrîşên esmanî yên koalîsyonê de hatine kuştin radikin, Adar 2017
Xwecihên Mûsilê sîvîlên ku di êrîşên esmanî yên koalîsyonê de hatine kuştin radikin, Adar 2017

Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) bi daxuyanîyekê ragihand ku ji 2014’an vir ve, di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de herî kêm 352 sîvîl li Îraq û Sûrîyê hatine kuştin.

Pentagon’ê dîyar kir ku kuştina 42 sîvîlên din jî hîn vedikole.

Li gor raporta Pentagon’ê, di navbera Mijdara 2016’an û Adara 2017’an de 45 sîvîl hatine kuştin. 80 sîvîlên ku ji Tebaxa 2014’an vir ve hatine kuştin li raportê nû hatin zêde kirin.

Raportê da zanîn ku di Adar’ê de, di sê êrîşên esmanî yên cihê de 26 sîvîl hatine kuştin.

Hejmara ku Pentagon ser sîvîlên kuştî dide ji ya komên çavdêr pir hindiktir e. Komeke çavdêr, Airwar dîyar dike ku di êrîşên esmanî ya koalîsyonê de ji 3,000 zêdetir sîvîl hatine kuştin.

Di raportê de, 14 sîvîlên ku di Adarê de, di peqîneke duyê ya piştî êrîşeke esmanî de hatine kuştin jî hene.

‘’Em li ber sîvîlên ku bi şaşî hatine kuştin dikevin û ji malbatên wan re sersaxîyê dixwazin’’ Pentagonê di daxuyanîyê de got.

XS
SM
MD
LG