Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kuwaitê Çalakvanekê Girtî Derbasî Gireva Birçîbûnê Dibe


Çalakvanekî Mafê Mirov li Kiwêtê ku bo heft salan hatiye zîndankirin, li dor beşdarbûna di xwepêşandanên sala 2011an de, gireva birçîbûnê ragihand.

Daxuyaniyeka malbata Silêman Bin Jasim, ku îro Şemiyê ji aliyê ajansa Associated Press ve hate belavkirin, dibêje wî gireva birçîbûnê ragihand li dijî biryara “ne dadmend” a dagehê.

Ev di nav derdora 70 kesî de ye ku hatine zîndankirin li dor derbasbûna avahiya parlemanê heft salan berê di dema xwepêşandanekê de li dijî gendeliyê.

Di sala 2013an de dadgehekê ew bêguneh binav kirin lê dadgeha pêdaçûnê di meha Çirya duyem de ew bi hîn pîvanên din gunhekar dîtin, din av de jî xwepêşandanên ne yasayî.

Bin Jasim û sê kesên din demekê berê vê hefteyê ji zîndana xwe, avakirina kutleyka siyasî ya nû ragihand.

XS
SM
MD
LG