Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kuweyt: Êrîşên Îranê li ser Heremê Karkerekî Hindî Kuştîye

Dewleta Kuweytê ragihand ku roja Duşemê êrîşên Îranê li ser bingeheke bêxwêkirina avê karkerekî Hindî kuşt, di demekê de ku rejîma Îranê êrîşên xwe yên li ser binesaziya sivîl li dewletên cîran didomîne.

Wezareta Elektrîk û Avê û Enerjîya Nûjenbar a Kuweytê dibêje ew êrîşa Îranê li ser bingeha bêxwekirina avê ziyaneke mezin hebû. Lê eşkere nakir ka êrîş bi mûşek û dronên Îranî pêk hatiye.

Ji dema ku Amerîka û Îsraîlê di 28’ê Sibatê de li dijî rejîma Îranê êrîş kirin, rejîma Îranê li seranserê Rojhilata Navîn bi mûşek û dronan cîhê sivîl û Amerîkî dike armanc.

Êrîşa roja Duşemê ya li ser Kuweytê ji alîyê welatên din ên herêmê ve hat şermezarkirin. Qeterê ew wekî "hovane" bi nav kir û tekez kir ku pêwîst e "êrîşên bêmaf ên Îranê li ser welatên bira werin rawestandin.”

Wezareta berevanîya Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) ragihand ku roja Duşemê 27 dron û 11 mûşekên balîstîk ên Îranê pûç kirine.

Hêza Leşkerî ya Behreynê ragihand ku wê heft dronên Îranî û 8 mûşekan pûç kirine. Dema ku Erabistana Siûdî got ku wê jî 10 dron pûç kirine.

Koma mîlîtan a Hûsîyan li Yemenê, ku Îranê piştgirîya wê dike, roja Şemîyê tevlî şerê herêmî bû. Koma Hûsîyan bi mûşekekê başûrê Îsraîlê armanc kir û Îsraîlê ew mûşek pûç kir.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku roja Duşemê wê du dronên Hûsîyên pûç kirine.

This item is part of
XS
SM
MD
LG