Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dema Rêberên Rojavayî Kom Dibin, Rûsya Kîevê Bombe Dike


Mûşekên Rûsya Kîevê dike armanc
Mûşekên Rûsya Kîevê dike armanc

Rûsya roja Yekşembê bi mûşekan êrişî Kîev, paytexta Ukrayna kir, rojekê piştî ku bajarekê mezin yê rojhilata Ukrayna ket destê hêzên piştevanên Rûsyayê, ev jî paşvekişînek mezin bû, ji bo Ukraynayê li demê ku rêberên cîhanê li Ewropa kom bûn ji bo gotûbêjkirina sizayên din li ser Moskowê.

Di demjimêrên îro yên destpêkê de li navenda Kîevê herî kêm 4 teqîn pêk hatin, di nava çend hefteyan de ev jî yekem êrîşa bi vî rengî ya li dijî Kîevê ye. Piştre li kenarên başûrê bajêr du teqînên din hatin bihîstin.

Berpirsê Rêveberiya Serokatiya U kraynayê Andriy Yarmak got, "Rûsan careke din bi mûşekan avêtin ser Kîevê ku zerar dan avahiya apartmanekê û baxçeyê zarokan."

Rêveberê polîsên Ukraynayê Îhor Klymenko di televîzyona welat de diyar kir ku 5 kes birîndar bûne.

Hêjayî gotinê ye, di dema ku mezintirîn nakokî li ser axa Ewropayê ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn û vir ve kete di meha xwe ya pêncan de, di demekê de ku lîder li ser bilindbûna lêçûnên aboriyê nîgeran in, tevî bilindbûna buhayê xwarinê û enerjiyê, Hevalbendiya Rojava ku destekê dide Kîevê dest bi nîşandana givaştinan kir bo ser Moskowê.

Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku şerekî demdirêj yê li Ukraynayê ku yek ji mezintirîn welatên hinartina der ya genime, li cîhanê, gefa afirandina krîza birçîbûnê li cîhanê dixwe.

Ji bo zexta li ser Rûsyayê hîn bêhtir bê kirin, welatên G-7 li çiyayên Alp li Bavarya Almanya dest bi hilcivîna xwe kirin, qedexeya li ser anîna zêr ji Rûsyayê ragihandin.
Herwiha biryar e rêberên NATO'yê di 29-30 Hezîranê de li Madrîdê civîneke bilind lidar bixin.

XS
SM
MD
LG