Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qurbanîya Êrîşa DAIŞ'ê Lîsa Çalan ji Kar Hate Derxistin


Lîsa Çalan yek ji qurbanîyên êrîşa bombeyî ya mîtînga HDP’ê ya Amedê ye ku di Hezîrana 2015’an de qewimîbû.

Di wê mîtîngê de endamekî DAIŞ'ê bombeya veşartî li Qada Îstasyonê peqandibû û 5 kes di encamê de hatibûn kuştin, 400 kes jî birîndar bûbûn.

Çalan jî di heman êrîşê de du lingên xwe hinda kiribûn.

Wê di sala 2016’an de li Şaredarîya Mezin ya Amedê, di beşa sînemayê de dest bikar kiribû.

Çalan di nav çar salan de jiber protezê bi dehan caran amelîyat derbaz kiribû û jiber wan amelîyatan nikarîbû bi dewamî hare kar.

Şaredarîya Amedê ku qayum bi rêve dibe, bi heceta ku ew bi berdewamî naye ser xebatê, ew ji kar derxist.

Çalan nerazîbûn xwe dîyar dike û dibêje ku ev biryar hemî jîyana wê asteng dike.

“Wek min, bi sedan kes ji kar hatine derxistn û ferqa min ji wan kesan tuneye,” Çalan got.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:24 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG