Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamenterê CHP'ê Gok di Salvegera Komkujîya Roboskê de Serdana Malbatan Kir


Parlamanterê Partîya Gel ya Komarî (CHP) yê Enqerê Levent Gok di salvegera 11'an ya kuştina 34 gundîyên de serdana Qileban ya Şirnexê kir.

Gok û Serokê Partîya Demokratîk yê Gelan (HDP) yê Stenbolê Ferhat Encu bi nasên gundîyên kuştî re, di destan de qurnefîl çûn goristana qurbanîyan.

Encu, li goristanê got ku ji ser bûyerê re 11 sal derbaz bûne, lê heta niha jî ser berpirsan ti lêpirsîn çênebûye.

"Li şûna berpirsan, yên ku nasên wan bûne qurbanî têne darizandin, lê emê nehêlin ser komkujîyê were girtin û berpirsên bûyerê werin veşartin."

Parlamenterê CHPê Gok jî di axaftina xwe de got ku maqamên bilind yên dewletê berpirsê bûyerê ne û tevî ku kuştin zelal e, edalet nayê Robozikê.

Gok, ku di Komîsyona Qilebanê ya parlamana Tirkîyê de cîh girtibû, ser Robozikê pirtûkeke bi navê ‘’Roboskî: Hêsirên Qilebanê’’ nivîsîbû.

Kiliçdaroglu di pêşgotina wê pirtûkê de gotiye ku divê desthilata sîyasî bo welatîyan derfetan çêke ku ew neşarî qaçaxcîtîyê nebin.

Di 28'ê Berfanbarê ya 2011'an de firokên şerker yên artêşa Tirk li herêma Qilebanê ya nêzî sînorê Îraqê bombe bi ser qaçaxcîyan de barandibûn û piranîya wan zarok 34 gundî kuştibûn.

XS
SM
MD
LG