Lînkên eksesibilîtî

Leyla Bîrlîk Vîdyoya Wêrankirina Şirnexê Şîrove Dike


Çend roj berê li ser medya civakî vîdyoyek li ser Şirnexê belav bûbû ku parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê li dijî vê vîdyoyê daxuyanîyek dan.

Vîdyo piştî operasyona xendekan li Şirnexê, ji alîye hêzên ewlekarîyê bi telefonê hatîye kişandin û hêzên ewlekarîyê di wesayitên zirxî de li nav Şirnexa wêran digerin. Du polîs bi dirûşmên nîjadperest dibêjin “We hêza Tirkan dît”?

Ev vîdyo jî dişibe vîdyoya ku li Surê hatibû çêkirin ku tê de gotinên nîjadperestî hebûn.

Parlamenter Aycan Îrmez, Leyla Bîrlîk, Faysal Sariyildiz û Ferhat Encu di daxuyanîya hevpar de gotin:

"Ev vîdyo dîmenên nijadperest û faşîzmê ye. Dîmenên bi vî rengî nîşaneya sîstemên dagirkerîyê ne. Ev vîdyo û yên weka wê nîşaneya herî zelal ya polîtîkaya li ser Kurdan ya hikûmeta AKP'ê, Erdogan û artêşê ye."

Leyla Bîrlîk ji Dengê Amerîka re axifî û li ser vê vîdyoyê nêrînên xwe parve kir.

“Bi vê vîdyoyê jî eşkere bû ku ev barbartî ye. Bi xirakirina bajaran, bi kuştina mirovan, kêfxweş dibin. Ev bê ehlaqî ye. “

Bîrlîk got ku piştî demeke dirêj, weşandina vê vîdyoyê plankirî ye û ew di dema qedexe û operasyonan de li Şirnexê bû û bi çavê xwe bûn şahîda hovitîyan.

Sîyasetvana Kurd got ku cîyê ku wîjdan û edalet tunebe, hertişt bê wate dibe.

Hêjayî gotinê ye ku ji 11 taxên li Şirnexê 8 tax bi temamî hatin xira kirin. Ji sedî heftê yê bajêr xirabû. Di dema operasyonan de dora 120 kes li Şirnexê hatin kuştin.

Hun dikarin agahîyên zêdetir ji ser fayla deng guhdar bikin.

XS
SM
MD
LG