Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hember Girtina Leyla Guven Nerazîbûn Zêde Dibin


Leyla Guven
Leyla Guven

Dadgeheke li Amedê 22 sal û 3 meh cezayê zindanê li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven birî û ew roja Çarşemê hate girtin û ji Girtîgeha Elezîzê re hat şandin.

Hember girtine Guvenê nezarîzbûn jî zêde dibin û kes û rêxistinên curbicur reaksîyon nîşan didin.

Tevgera Jina Azad (TJA) girtina sîyasetvana Kurd bi daxuyanîyekê şermezar kir û çalakîya wê ya xwe birçîkirinê bi bîr xist. Guven du sal berê li Girtîgeha Amedê heft meh di greva xwe birçîkirinê de mabû ku tecrîda ser rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi dawî bibe.

''Di encama çalakîya Leyla Guven de tecrîd şikest û Leyla bû sembola jina berxweder. Jiber vê sedemê hikûmetê rika xwe da Leyla Guven. Ew dizanin ku Leyla li zindanê yan li derve, li her derî dikare li ber xwe bide,'' daxuyanîya TJA got.

Berdevka HDP'ê Ebru Gunay jî îro di daxuyanîya heftane de got ku ew di kesitîya Leyla Guven de dikarin aqilê dewletê bibînin ku dixwaze pirsgirêka Kurd bêçareserî bihêle.

''Leyla Guven îradeyeke mezin e. Ne diwarê bilind ne girtîgeh ne jî sîyaseta redkar dikare Leyla Guven bêdeng bike.''

Hêjayî gotinê ye hin rewşenbîr û sîyasetvanên Brîtanî jî jibo balê bidin ser rewşa Leyla Guven nameyek hinartin Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê.

Di nameyê de behsa kesitî û sîyaseta Guvenê tê kirin ku li Tirkîyê sîstema dadwerîyê ne bêalî ye û jibo sîyaseta Kurd bûye amûrê cezakirinê.

KHF_12_24_2020_Leyla_Guven
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:02 0:00

XS
SM
MD
LG