Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leyla Guven Biryara Erêkirina Cezayê Selma Irmak Dinirxîne


Dadgeha Temyîzê ya Tirkîye, cezayê Hevseroka berê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selma Irmak erê kir.

Irmak, jiber daxuyanîyên dema hevserokatîya KCD’ê de bi heceta propagandaya rêxistina terorê, hatibû girtin û bi 7 sal û 6 mehan hatibû ceza kirin.

Dadgeha Temyîzê, cezayê 2 sal û 5 mehan erê kir.

KCD di sala 2011’an de, di nav biryara ragihandina Xweserîya Demokratîk de û di 2105’an de jî di nav Heremên Xweser de cî girtibû.

Dadgeha Temyîzê jibo biryara erêkirina cezayê Selma Irmak dibêje ku jiber biryarên KCD’ê û daxuyanîyên Irmak li dijî çalakîyên parlamenterîyê ne.

Irmak sê caran ji HDP’ê bû parlamenter û dema hat girtin, ew parlamentera Colemêrgê bû.

Hevseroka KCD’ê Leya Guven ji Dengê Amerîka re got ku ew biryareke sîyasî ye û dixwazin bi cezakirina sîyasetvanên Kurd qada demokratîk ji Kurdan re bigirin.

"AKP û MHP dît ku di qada demokratîk de Kurd hêza xwe mezintir dikin. Wan xwest ku rê li Kurdan bigirin û berjewendêyên AKP û MHP’ê pêş bixin. Wek rêbaz jî di 4'ê Mijdara 2016'an de bi operasyonên sîyasî dest bi girtina parlamanter û şaredaran kirin.”

Guven îdia dike ku desthilata sîyasî dixwaze dora Kurdên ku doza nasnama xwe dikin û dixwazin pirsgirêka xwe bi rêya sîyasetê çareser bikin bigire û berê wan bide çîyê.

"Gel pir caran ji me re dibêje ku bi ewqas qirkîrinên sîyasî, bi girtina sîyastevanan êdî li parlamanê nemînin û vegerin nav me, lê em her carê di sîyaseta demokratîk de israr dikin."

Hêjayî bîrxistinê ye ku KCD di sala 2007’an de hat damezrandin û sîyasetvanên navdar yên wek Ahmet Turk, Aysel Tugluk, Hatîp Dîcle, Selma Irmak hevserokatîya wê kirin.

Niha jî Leyla Guven û Berdan Ozturk hevserokên KCD’ê ne.

KHF_05_07_2020_L_Guven_Erêkirina_Selma_Irmak
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:00 0:00

XS
SM
MD
LG