Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîkî Îro Roja Karkeran Pîroz Dikin


Îro li Amerîka Roja Karkeran E

Her sal li Amerîka Duşema yekê ya meha Îlonê wek Labor Day anku Roja Karkeran tê pîroz kirin.

Di vê roja bêhnvedana federalî de Amerîkî rêza xwe ji karkerên Amerîkî û keda wan ya ji xweşhalîya welêt re nîşan didin.

Roja Karkeran, cara yekê di sala 1894’an de, di encama hewilên sendîkayan de bû bêhnvedana fermî û jibo girîndana wê rojê, bi dehan sal in ku rêdeçûnên nava kûçeyan, seyran, şahî û pîrozbahî li seranser Amerîka têne encamdan.

Roja Karkeran herwiha wek roja dawî ya nefermî ya havînê ye û li gelek cîhan jî mîna destpêka sala nû ya xwendinê tê dîtin.

Di vê hefteyê de herwiha kompanîyên cûrbicûr kempeynên taybet li dar dixin û bi nirxên kêmtir berhemên xwe ji bikirên xwe re pêşkêş dikin.

Amerîkî behnvedana fermî ya Roja Karkeran ku bi dawîya hefteyê ve dike sê roj, wek derfetekê dibînin ku bi malbatî ve herin cîhên kêfxweşîyê û seredana heval û hezkirîyên xwe bikin.

Serokê Amerîka Joe Biden jî Roja Karkeran pîroz kir û got ku Amerîkîyên kedkar sitûna serekî ya welatê wan in.

"Çîna Navîn Amerîka ava kir û sendîkayan jî çîna navîn ava kir. Hemî tiştên ku domdarîya Çîna Navîn pêkan dike, ji alîyê sendîkayan hatine afirandin. Di vê Roja Karkeran de em wan hemî kedkaran û bizava wan ya domdar bi rêzdarî bi bîr tînin ku dihêlin aborîya me berdewamî xurt û gelê me jî hêzdar be."

Biden herwiha got ku dema Amerîkî her roj diçin kar, ew tenê jibo dabara xwe dirav qezenc nakin. “Ew herwiha li dû jîyaneke hêvîdar ya siberojê diçin da ku welatê me ava bikin, pêşengî û xemxwarîya civakê bikin û netewa me xurttir bikin. “

XS
SM
MD
LG