Her sal li Amerîka Duşema yekê ya meha Îlonê wek Roja Karkeran tê pîroz kirin. Di vê roja bêhnvedana federalî de Amerîkî rêza xwe ji karkerên Amerîkî û keda wan ya ji xweşhalîya welêt re nîşan didin.
Roja Karkeran di sala 1894’an de, di encama hewlên sendîkayan de bû bêhnvedana fermî û bo girîndana wê rojê, bi dehan sal in ku rêdeçûn, şahî û pîrozbahî li seranser Amerîka têne darxistin.
Roja Karkeran herwiha wek roja dawî ya nefermî ya havînê û li gelek cîhan mîna destpêka sala nû ya xwendinê tê dîtin.
Bêhnvedana vê salê, di bin bandora bahoz û lehîyên wêrankar tê derbaz kirin ku li Teksas û Louisiana bi hezaran hemwelatî malên xwe hinda kirine.