Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro li Amerîka Roja Karkeran E


Îro li Amerîka Roja Karkeran e. Her sal Duşema yekê ya meha Îlonê wek Roja Karkeran tê pîroz kirin.

Di vê roja bêhnvedana federalî de Amerîkî rêza xwe ji karkerên Amerîkî û keda wan ya ji başhalîya welêt re nîşan didin.

Roja Karkeran di sala 1894’an de, di encama hewilên sendîkayan de ji alîyê Kongresa Amerîkî ve wek roja bêhnvedana fermî hat ragihandin.

Di vê rojê de bo girîngdana keda karkerên Amerîkî, bi dehan sal in ku rêdeçûn, şahî û pîrozbahî li seranser Amerîka têne darxistin.

Gelek Amerîkî jî vê rojê bi malbatên xwe û hevalên xwe re diborînin û li derve diçin park û seyrangehan.

Roja Karkeran herwiha wek roja dawî ya nefermî ya havînê û li gelek cîhan mîna destpêka sala nû ya xwendinê tê qebûl kirin.

XS
SM
MD
LG