Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kari Lake: Amerîka li gel Pêşerojeke Geştir a Îranê Radiweste

Kari Lake û Donald Trump
Kari Lake û Donald Trump

Kari Lake, seroka Ajansa Amerîkî ya Medya Cîhanî (USAGM) peyamek bi zimanên Farisî û Îngilîzî li ser tora civakî ya X’ê weşand û tê de piştgirîya xwe ji bo xwepêşandanên seranserî Îranê anî ziman.

Xanim Lake got, " Ji bo gelê Îranê: Wêrekiya we li seranserê cîhanê xuya ye û rêz lê tê girtin. Hûn bi rejîmek bêrehm re rû bi rû ne ku hewl dide neteweya we bêdeng bike dema ku hûn ji bo rûmeta mirovan û pêşerojek çêtir ji bo zarokên xwe şer dikin.”

“Amerîka li kêleka daxwazên we yên dadmend ji bo azadî, dadperwerî û pêşerojek geştir radiweste,” Wê got.

Serokê Amerîkayê Donald Trump gelek caran Komara Îslamî û hêzên wê yên tepeserker li dor kuştina xwepêşanderan hişyar kiriye.

Serok bi awayekî eşkere û bi tundî gelek caran gotiye ku eger hikûmeta Îranê dest bi kuştina xwepêşanderan bike, dê Amerîka alîkarîya gel bike û Komara Îslamî bike aramanc.

XS
SM
MD
LG