Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov: Armanca Amerîka Pûçkirina Peymana Navokî Ye


Lavrov
Lavrov

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov, helwesta Amerîka ya ser peymana bi Îrana re rexne kir.

Lavrov da zanîn ku ‘’Amerîka ji Îranê dixwaze ku muşeke balistik neceribîne lê xaleke wisa di peymana navokî de tune’’

‘’Armanca daxuyanîyên dawî yên Amerîka pûçkirina peymana navokî ye û ewê kêrî îstiqrarê neyê’’ Lavrov got.

Lavrov dîyar kir kir pûçkirina peymana navokî ya bi Îranê re ewê zararê bide dîyaloga bi Koreya Bakur re.

Serokê Amerîka Donald Trump hefteya borîya dîyar kiribû ku ew cara dawî dema peymana navokî ya bi Îranê re dirêj dike.

XS
SM
MD
LG