Berdevika Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova îro Çarşemê ragihand ku Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan di 1’ê Îlonê de jibo serdaneke 2 rojî tê Moskowê.
Zakharova dîyar kir ku Fîdan wê li Moskowê bi wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov û karbidestên payebilind yên din re bicive.
“Lavrov û Fîdan wê rewşa li herêmê, bi taybetî rewşa li Ukrayna, Sûrîye, Lîbya, Transkafkasyayê gotûbêj bikin,” Berdevika Rûsî got.
"Di çarçoveya serdanê de tê pêşbînîkirin ku li ser geşedanên herêmî û cîhanî bi taybetî jî li ser mijarên di rojeva têkilîyên me yên dualî de şêwir werin kirin," Zakharova got
Hikûmeta Tirkîyê jî ragihandibû Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî wê di demeke nêz de serdana Rûsya bike û bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re ser vejandina peymana dexilûdanê bicive.
Bi alîyekî din ve, Wezareta Berevanîyê ya Rûsya îro bi daxûyanîyekê ragihand ku hêzên wê bi awayekî serketî hejmareke fermandar û armancên îstixbarata Ukraynî kirine armanc.
Daxuyanîya wezareta Rûsî ji hêla ajansa nûçeyan ya dewletê RIA ve hat ragihandin.