Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov Roja Pêncşemê Diçe Hîndistanê


Lavrov û hevtayî wî Jaishankar (Arşîv)
Lavrov û hevtayî wî Jaishankar (Arşîv)

Ajansa Reutersê ragihad ku Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov sibê Pêncşemê, jibo seredaneke du rojî diçe Hîndistanê.

Çavdêrên herêmî bawer dikin ku Lavrov wê ji Hîndistanê bixwaze ku bi berdewamî hember givaştinên Rojava bisekine û dagirkirina Ukrayna şermezar neke.

Hîndistanê di dengdana Neteweyên Yekbûyî ya şermezarkirina Rûsyayê nebûbû û heta niha ji gaz û petrol ji wî welatî dikire.

Serokê Amerîkî Joe Biden hefteya borî helwesta Hîndistanê ya hember krîza Ukrayna rexne kirib û wek "hinek ne zelal" bi nav kiribû.

Seredana Lavrov hevdema seredanên Wezîra Derve ya Brîtanî Liz Truss û dîplomatê blind yê Amerîkî Daleep Singh ye ku bo daxwaza helwesteke xurt ji Hîndistanê ya dijî Rûsyayê li wî welatî ne.

Hîndistan û Rûsya xwedîyê peywendîyên xurt yên dûrûdirêj in New Delhi, Moskowê wek dosteke baş û pêbawer bi nav dike.

XS
SM
MD
LG