Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov: Amerîka û NATO jî bi Alîkarîyên ji Kîevê re li Ukrayna Şer Dikin


Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov îro Pêncşemê got ku Amerîka û NATO jiber piştgirîyên xwe yên bo Kievê bi awayekî rastexwe di şerê li Ukrayna de ne.

Lavrov di preskonferansekê de da zanîn ku Amerîka û NATO çekan didin Ukrayna û leşkeran bo şer perwerde dikin di şer de cîh digirin.

Di demên dawî de, Rûsya bi dron û muşekan êrîşan dibe ser binesazîyên bajarên Ukrayna.

Karbidestên Ukrayna û welatên Rojava dibêjin ku Rûsya dixwaze ronahî û germahîyê ji ser welatîyên Ukraynî bibire û Moskowê bi tawana cengê sûcdar dikin.

Lavrov ser wan tawanbarkirinan da zanîn ku li wan kargehên armanckirî jibo kuştina Rûsan çek tên saz kirin.

Wî got ku divê ti kes nebêje Amerîka û NATO neketine şer û bal kişand ser piştgirîya çekan û perwerdeyê.

Amerîka û welatên Rojava kiryarên Rûsya yên li Ukrayna wek dagirkirin dibînin, lê Moskow dibêje ku ew li Ukrayna operasyoneke taybet li dar dixe.

XS
SM
MD
LG