Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov: Divê Welatên Rojava Rê li Ber Operasyona Dijî Terorê ya Îdlibê Negirin


Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov bang li welatên rojava kir ku rê li ber ‘’operasyona dijî terorê ya li Îdlibê'' negirin.

Lavrov li Moskowê bi hevtayê xwe yê Saudî Adil El Cubeyîr preskonferanseke hevbeş pêk anî.

‘’Ez hêvî dikim ku hevkarên me yên rojava serî li ber provokasyonên serhildayan netewînin û rê li ber têkoşîna dijî terorê negirin,’’ Lavrov di preskonferansê de got.

Lavrov da zanîn ku rêxistinên li Îdlibê sîvîlên wek mertal bikar tînin û dîyar kir ku divê ew ''strî'' ji holê werin rakirin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) dide zanîn ku ger dijî Îdlibê operasyonek pêk were dê bi kêmî ve 800,000 kes ji neçarî koç bikin.

XS
SM
MD
LG