Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov: Divê Îdlib ji Terorîstan Were Paqij Kirin


Wezîrê Derve yê Surîyê Welîd Muallîm û hevtayê wî yê Rûs Sergey Lavrov îro Pencşemê li Moskowê preskonferanseke hevbeş pêk anîn.

Muallîm di preskonferandê de da zanîn ku di destê wan de çekên kîmyayî tune ye û hêza wan têra karanîna çekên wisa nake.

"Emê li Îdlibê heta dawîyê herin. Bo çareserkirina kêşeya Sûrîyê û azadkirina herêmê ji terorîzmê, em di qonaxa dawîyê de ne" Muallîm got.

Lavrov jî got ku "Divê Îdlib ji terorîstan were paqij kirin" îdia kir ku serhilda dê li herêmê êrîşeke kîmyayî pêk bînîn û bi wê hikûmetê tawanbar bikin.

Artêşa Sûrîyê çend roj in hêzên leşkerî li dora Îdlibê bi cîh dike.

Rûsya, ku piştgirîya hikûmeta Sûrîyê dike, keştîyên cengê birine rojhilata Derya Sipî.

Rûsya dê roja Şemîyî li herêmê dest bi hîndekarîyê bike. Çaverê ye, hîndekarî heta 8'ê Îlonê bidome.

Di hîndekarîyê de, zêdetirê 25 keştîyên cengê û bi qasî 30 firokên cengê dê werin karanîn

XS
SM
MD
LG