Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov dîyar kir ku wan ji Serokê Venezuela re negotiye ku ‘’ji welêt derkeve’’
Lavrov ser hewildana leşkerî ya dijî Maduro, ku têk çûbû, axifî.
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo roja Sêşemê gotibû ku Maduro xwestiye ji Veneuzuela bireve, lê Rûsya ji wî xwestiye ku li welêt bimîne.
Wezîrê Rûs da zanîn ku ew îdia ne rast in û wan ji Maduro ser derketina ji Venezula ti tişt negotiye.
Lavrov ji medya Rûs re dîyar kir ku ew bi Amerîka re ser Venezuela li hev nakin, lê danûstandinan didomînin.