Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov îro Duşemê tevgera hevpar ya sê welatên Ewrupaya Rojhilat ku rê li ber serdana wî ya bo Sirbîstanê ve girtine, wek "bêmînak" bi nav kir.
Lavrov dîyar kir ku wî heya niha ji wan welatan ser biryara wan ya astengikirinê ti daxuyanî wernegirtiye.
Wî ragihand ku ewê li şûna çûyîna xwe, hevtayê xwe yê Sirbî vexwîne Moskowê bike.
" Ya serekî ewe ku ti kes nikaribe têkilîyên me bi Sirbîstanê re têk bibe," Lavrov got.
Bulgaristan, Makedonya Bakur û Montenegro - qadên esmanî yên welatên xwe ji firîna balafira fermî ya Rûsya re girtin, ya ku wê îro Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov bibira Belgradê.
Kremlîn ev yek wek kiryareke dijminane bi nav kir.
"Heke serdana wezîrê derve yê Rûsya bo Sirbîstanê, li Rojava di asta cihanî de wek gefekî were dîtin, wê demê rewşa Rojava bi awayekî eşkere xirab e," Lavrov got.
Wezîrê Navxwe yê Sirbîstanê Aleksandar Vulin jî ser mijarê daxuyanîyeke ragihand û got ku ew jiber "astengkirina" serdana Lavrov ku wek dostê mezin û îsbatkirî yê Sirbîstanê ye, gelek xemgîn e.
"Cîhaneke ku ger dîplomat nikaribin li aştiyê bigerin, cîhaneke ku tê de aştî tune ye. Yên ku hatina Sergey Lavrov asteng kirin aştiyê naxwazin, xewna têkbirina Rûsya dibînin, " Vulin got.
Vulin bi berdewamî dîyar kir ku Sirbîstan serbilind e ku ew ne beşek ji dijmînîtîya hemberî Rûsya ye û welatên ku hene, wê demeke were ku şerm bikin.