Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov Ser Danûstandinên bi Ukrayna re Dibêje Hêvîya Lihevkirinê Çêbûye


Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov dîyar kir ku danûstandinên bi Ukrayna re ‘’ne hêsan in.’’

Lavrov got tevî danûstnadin ‘’ne hêsan in’’ jî ‘’hêvîya lihevkirinê’’ heye.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê da zanîn ku Lavrov ji kanala nûçeyan RBC re dîyar kiriye ku danûstandin jiber sedemên tên zanîn ne hêsan in, lê wî daye zanîn ku gumana lihevkirinê jî çêbûye.

Lavrov dîyar kir ku sedema sereke ne bi tenê bêterefîya Ukrayna û pûçkirina çekên wî welatî ye.

Wî da zanîn ku jiber ewlekarîya mirovên li herêmên Donetsk û Luhansk jî nelihevkirin çêdibin.

XS
SM
MD
LG