Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro Pêncşemê ragihand ku şandeya Rûsî ya danûstandinan, di destpêka vê hefteyê de daxwazên xwe pêşkêşî şandeya Ukraynayê kiriye û ew di hevdîtina îro de li benda bersîva Kîevê ne.
Lavrov got ku Rûsya ewê ser xalên ku Ukrayna careke din ji Rûsyayê re tehdîdeke leşkerî pêk neyîne, pêgirî bike.
Wî got ku wê girêdayê Ukraynîyan be ku ew hikûmetê çawa yan kîjan dixwazin.
Lavrov jiber kuştina sivîlan xemgînîya xwe anî ziman û destnîşan kir ku artêşa Rûsyayê tenê çekên bi menzila dûr dijî armancên leşkerî bikar tîne.
Wî dîyar ku Moskow ji danûstandinên aştîyê re amade ye lê ewê hewlên xwe yên bo têkbirina binesazîya leşkerî ya Ukraynayê bidomînin, ya ku Kremlîn îdia dike ku Rûsyayê tehdît dike.
Wezîr Lavrov da zanîn ku dîyaloga Rûsyayê bi Rojava re divê ser bingeha rêzgirtina dualî were ava kirin be û wî NATO tawanbar kir ku dixwaze serwerîyê biparêze
Wî got ku her çend Rûsya xwedîyê nêta baş be jî, ew nikare bihêle ku ti kes berjewendîyên wê têk bibe.
Wezîr Lavrov herwiha îda kir ku hin rêberên bîyanî xwe bo şerê dijî Rûsyayê amade dikin, lê wî ti delîleke pêşkêş nekir.
Wî îdiayên xwe domand û got ku Rûsya xwedî agahîyê ye ku Amerîka bi fîkar e; jiber îhtîmala windakirina kontrola tiştên ku Lavrov wek laboratuarên kîmyayî û biyolojîkî yên li Ukraynayê binav kir.
Lavrov Brîtanya jî bi avakirina bingehên leşkerî i Ukraynayê, tawanbar kir.
Lê, Lavrov dîsa bo van îdayên xwe ti delîl pêşkêş nekir.
Wî serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskiy jî, ku Cihûyek etnîkî ye, bi seroktîya "civakek ku Nazîzm nav de xurt dibe" sûcdar kir.
Lavrov bi berdewamî dîyar kir ku ti hizra Rûsyayê ya bo şerê navokî de ti tuneye.
"Hizra navokî bi berdewamî di serê siyasetvanên Rojavayî de hene lê ne di serê Rûsan de. Ez ji we re piştrast dikim ku emê rê nedin ku ti provokasyoneke me ji hevsengîyê derxe."