Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lawîn Seîd Yûsif: Dixwazim Sitranên Kurdî bi Eraban Bidim Nasîn


Hunermendê navdar Seîd Yûsif, ku xwedî kedeke mezin e di geşepêdana mûzîk û sitrana kurdî ye li Rojavayê Kurdistanê, ji nifşên nû re ji hunermendê Kurdan re bûye dîbistanek bingehîn.

Lê wî bandorek mezin li mala xwe jî kiriye ku keç û kurên wî jî mijûlê muzîkê bûne û li ser kar dikin. Îro, kurê wî yê biçûk Lawîn Seîd Yûsf mêvanê bernama Deng û Reng e.

Lawîn di sala 1985'an li Qamişlo ji dayîk bûye.

Di temenê 12 salî de, di bin bandora bavê xwe hunermend Seîd Yûsf û birayê xwe yê mezin hunermend Zoro Seîd Yûsif, dest bi fêrkirina bizqê bû.

Di sala 2009'an de albûmek ji sitanên Kurmancî derxist.

Di sala 2010'an jî albûmek ji sitranên dîlana Kurdancî derxist.

Têkîliya malbata hunermend Seîd Yûsif bi Beyrutê ve ji salên 60'an de heye, lê Lawîn ji sala 2013'an ve, biryar da ku li Beyrutê bijî û hunera xwe li wir belav bike.

Beşdarî gelek çalakiyên Erebî bûye û hewil dide ku muzîka Kurdî bi hunermend û xelkê Lubnanê re bide naskirin.

Lawîn şopa bavê xwe girtiye û rêka wî dişopîne, ji bo afirandina sitranek Kurdî resen, li gorî hezkirin û hestên Kurdî be.

please wait

No media source currently available

0:00 0:18:01 0:00

please wait

No media source currently available

0:00 0:10:10 0:00
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:54 0:00
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:55 0:00

XS
SM
MD
LG