Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Otombîla Bombekirî li Laziqiyê Du Kesan Dikuj E


Herêma Laziqiye - Sûrya
Herêma Laziqiye - Sûrya

Çalakvanan dan xûyakirin ku roja Şemiyê li bajarê Laziqiyê ku, weke bingeha sereke ya hikûmeta beşar Asad tê naskirin, otombîlek bombe kirî peqîye di encam de 2 kesna jiyana xwe jidest daye.

Tora mediya hikûmeta navxweyî ya bajarê Laziqiyê di malpera fermî ya Facebooka xwe de gotiye otombîla bombe kirî, roja Şemiyê li yek ji xalên pişkinînê li taxa Al Tişrîn peqîye, herwiha çavdêriya Sûrî ya mafên mirov "SOHR", ku bingeha wê li Brîtanya dimîne buyer piştrast kirîye û gotiye, gelek birîndar jî hene, birîna hinan ji wan girane.

Bajarê Laziqiye weke bingeha sereke ya pêkhateya Alawiyan û serokê Sûrî Asad tê naskirin.

Hikûmeta Sûrî piştî 6 salên şer û pevçûnan hewil dide, hêdî hêdî jiyan li Sûriyê asayî bibe, herwiha artêşa Sûrî hewil dide herêmên di dest hêzên opozisyon û grûbên terrorist de derbîne.

Hefteya borî li paytext Dîmeşq bo cara yekê piştî sala 2011an pêşangeha bazirganî hat vekirin.

XS
SM
MD
LG