Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mikati Dixwaze Îsraîl Êrîşên Xwe yên li Lubnanê Bisekinîne


Serokwezîrê demkî yê Lubnanê Necib Mîkatî piştî banga agirbesta li Gaza ya Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî got ku divê dewlet givaştinê li Îsraîlê bikin ku ew êrîşên xwe yên li Lubnanê rawestîne.

Artêşa Îsraîlê û Hizbulah, ku li Lubnanê komeke çekdar e, ser şerê li Gaza li başûrê Lubnanê pev diçin.

Hizbulahê ser dengdana li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî hîn ti şirove nekiriye.

Mikati ser biryarê civatê razîbûna xwe ragihand û dîyar kir ku ew jibo rawestandina ‘’êrîşvanîya Îsraîlê’’ gava pêşî ye.

Wî dîyar kir ku ew bang li dewletan dikin zextê li Îsraîlê bikin ku ew ‘’êrîşvanîya dijî Lubnanê’’ jî rawestîne.

Wezîrê Berevanî yê Yoav Gallant dîyar dike ku li Gaza rehîne hene û ew di vê rewişê de nikarin şerê dijî Hamasê rawestînin.

Hizbulah dibêje ger li Gaza agirbest were ragihandin ewê êrîşên xwe dijî Îsraîlê rawestîne.

Karbidestên Îsraîlê û Amerîka dibêjin ku agirbesta li Gaza rastexwe bandorê li Lubnanê nake.

XS
SM
MD
LG