Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Saxlemî yê Lubnanê Dibêje Êrîşên Îsrîalê 4,047 Kes Kuştine


Firas Abîad
Firas Abîad

Wezîrê Saxlemî yê Lubnanê Firas Abîad îro Çarşemê di peyameke televîzyonî de got ku êrîşên Îsraîlê yên ser Lubnanê yên ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve 4,047 kes kuştine û 16,638 kes jî birîndar kirine.

Abîad da zanîn ku di êrîşan de 316 zarok û 790 jin hatine kuştin.

Abîad got ku Lubnanê 67 êrîşên Îsraîlî li ser nexweşxaneyan tomar kirine ku 40 nexweşxane rasterast bûne armanc û 7 nexweşxane jî ji neçarî hatine daxistin.

Şerê navbera Îsraîl û Hizbullaha Lubnanî piştî êrîşa Hamasê ya djî Îsraîlê ya 7ê Cotmeha 2023an de destpê kir û şer di meha Îlonê de gurtir bû piştî ku Îsraîlê êrîşên ser Hizbullaha hevbenda Îranê zêde kiribûn.

Îsraîlê rêberê Hizbullahê Seyîd Hesen Nasrallah kuştibû û êrîşên giran li paytext Beyrut û seranserî Lubnanê pêk anîbûn.

Karbidestên Îsraîlî di dawîya meha borî de gotibû ku êrîşên Hizbullahê 45 sivîl li bakurê Îsraîlê û Girên Golanê yên bin kontrola Îsraîlê de kuştine.

Artêşa Îsraîlî jî ragihandibû ku herî kêm 73 leşkerên Îsraîlî li bakurê Îsraîlê, Girên Golanê û di şerên li başûrê Lubnanê de hatine kuştin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Amerîka û Fransa di 27ê Mijdarê de agirbestek di navbera Îsraîl û Hizbullahê de pêk anîbû ku dawî li şer bînin, lê her du alî hevdu bi binpêkirina agirbestê tawanbar dikin.

Lubnan dibêje Îsraîl sivîlan dike armanc, lê ÎSraîl dibêje ew çekdar û binesazîya Hizbullahê dike armanc.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG