Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şêxo Temir Behsa Rewşa Bajarokê Arsal ê Lubnanî Dike


Karwaneke penaberên Sûrî ji bajarokê Arsal diçin Sûrîyê
Karwaneke penaberên Sûrî ji bajarokê Arsal diçin Sûrîyê

Tilfizyona el-Menar a girêdayî Hizbullah a Lubnanî, ragihand ku 300 serhildêrên Sûrî ji gurûpa bi navê Seraya Ehl el-Şam û her wiha 3,000 penaber, dê Lubnan bicîbihêlin û vegerin Sûriyê, li gor rekeftinekê di navbera wan û Hizbullah de, piştî êrîşeke berferh a Hizbullah li ser şûnên serhildêran li ser sînorê di navbera Lubnan û Sûriyê de meha borî.

Çalakvanê siyasî Şêxo Henan Temir di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka behsa vê rêkeftinê û şerê li derdora bajarokê Arsal kir û got:“Derdora 300 çekdarên Seraya Ehl el-Şam li wê navçeyê hene lê wan şer li dijî Hizbullah û dewleta Lubnanî nekirin e… kesên sivîl li wir bêhtirî wan kesûnasên çekdaran in.“

Temir ku li Beyrûtê dimîne, bal kişand ser bandora şerê Arsal li ser rewşa penaberên herêmên din ê Lubnanê û got hin ji wan rastî tengasî û girtinê bûn.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Şêxo Henan 14_08_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:23 0:00

XS
SM
MD
LG