Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Meshîyên Lubnanê Banga Hilbijartinên Parlemanî Dike


Rêberê Mesîhiyên Lubnanê Bişara Butros al-Rayî

Rêberê Mesîhiyên Lubnanê Bişara Butros al-Rayî di axaftina xwe ya Krîstmisê de îro Şemiyê behsa giringîya lidarxistina hilbijartinên parlemanî yên welêt kir û banga wê yekê kir ku ew sala bê werin lidarxistin.

Al-Rayî her wiha banga kombûna hikûmetê kir û got nebûna wê yekê dê siberojê erka hikûmetên din jî têk bibe.

Hikûmeta Lubnanê ya ku balê dide ser nûdestpêkirina axaftinan li gel Sindoqa Diravî ya Navnetewî ji bo alîkariyê biyanî, ji roja12ê Cotmehê ve hîn kom nebûye bi sedema nakokiyên li dor vekolînên sala borî ya Beyrûtê.

Al-Rayî di axaftina xwe de bangek arastey serokê Lubnan; Mîşêl Aoun, yê ku di merasîmê de amade bû, kir û got,"Em piştgiriya pêgiriya te dikin ji bo lidarxistina hilbijartinên parlemanî.”

Wî her wiha got:

“Hilbijartin gerantîye ku hilbijartinên seroktiyê di dema xwe de bibin û derfet e ji bo guhertinê.”

Parlemana Lubnanê erê kir ku hilbijartinê parlemanî roja 27ê meha Adarê bibin lê Aoun got ew dê mersûmê îmze bike ku ew di meha Gulanê de bibin.

Teqîna Beyrûtê ya ku bi sedema emrakirina ne silamet ya madeya Nitratên Ammoniom bû, piştî salekê hîn jî kesek wek berpirsiyar nehatiye binavkirin.

Gurûpa Hizbullah û hevbendên wê kar kir ji bo jinavbirina vekolerê sereke yê teqînê û ew bi alîgiriya siyasî tawanbar kir.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG