Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Rêvebirina Kar yê Libnanî Banga Damezrandina Hikûmetê Dike


Serokwezîrê Rêvebirina Kar yê Libnanî Hassan Diyab
Serokwezîrê Rêvebirina Kar yê Libnanî Hassan Diyab

Serokwezîrê Rêvebirina Kar yê Libnanî Hassan Diyab îro Şemîyê huşdarî da ku ewê erkên xwe rawestîne da ku fişarê bide alîyên siyasî ji bo damezrandina hikûmeteke nû.

Wî bal kişand ser rûdaneka pevçûna xelkê li ser kirîna şîr ku diyar dike rewşa abûrî ya welêt çawaye.

Diyab piştî teqîna Beyrûtê ya sala borî hikûmet hilweşand û dest ji kar kişand, lê ji wê demê ve kar birêve dibe.

Serokwezîrê pêştir Saad Herîrî Cotmeha borî hatibû kandîdkirin ji bo damezrandina hikûpmetê lê ji ber nakokîyên sîyasî di navbera wî û serokê welêt Michel Aoun de, wî nikaribû hikûmetê damezrinîne.

Kirîza berdewam a abûrî li Libnanê, ku ji sala 2019ê ve lidar e, kar rawestandin, huşdarî bilind kirin li dor birçîbûnê û rê li pêş xelkê girt ku bigihin hesabên xwe yên bankan.

Damezrandina hikûmeteke nû renge hin çaksazîyan bike ku rê bidin dayîna alîkarîyan ji alîyê civaka navnetewî ve.

XS
SM
MD
LG