Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Libnan Dest ji Kar Dikêşe


Saad Herîrî
Saad Herîrî

Serokwzîrê Libnanê Saad Herîrî bi awakî ne pêşbîn dest ji kar berda piştî serdaneka wî ya welatê Erebistana Saudî.

Di axaftineka tilfizyonî de îro Şemiyê wî rexne li Îran û Hilzbullah a Libnanî kir li dor destêwerdana di karûbarên Ereban de û got “çekên Îranê dê bên qutkirin li herêmê.”

Herîrî di sala 2016an de hatibû destnîşankirin û serokatiya kabîneyeka yekgirtî ya niştimanî ji 30 wezîrê kir, ku wezîrên Hizbullah jî di nav de bûn.

Hikûmeta Libnanî bi awakî berferh biserket di parastina welêt de ji şerê Sûriyê yê navxweyî.

Destkêşana ji kar a Saad Herîrî pêşbîne bibe sedema bilindbûna nakokiyan li Libnanê.

Di axaftina xwe de, Herîrî nîşan bi wê yekê da ku metirsî li ser jiyana wî hene û keşûhewa niha ew wek ya berî kuştina bavê wî Refîq herîrî ye, ku di sala 2005an de hat kuştin.

XS
SM
MD
LG